Cîhan
Hegseth: “Îran 47 sal berê vî şerî da destpêkirin”
PeyamaKurd – Wezîrê berevaniya DYAyê Pete Hegseth, di civîna senatoya Amerîka de, li dijî pirsen senatör Chris Van Hollen derket ku pirsen wî li ser stratejiya rêvebiriya Trump ya did erbarê Îranê de bû.
Hegseth, balê kişand ser êrîşên Îranê yên ser DYAyê ku bi deh salane dewam dikin û got Tehran hêzên DYAyê bi çend nivşa ye xistiye hedefa xwe û dewam kir:
“Berpirsê şe ne DYA ye lê Îranê. Îran 47 sal berê vî şerî da destpêkirin”
Dema di sala 1979an de şahê Îranê ji ser desthilatê hat xistin û Ayetullah Humeynî hat ser desthilata Îranê, komara îslamê di serî de avêt ser konsulxaneya Amerîkayê ya Tehranê û bi mehan dîplomatên Amerîkayê di destê xwe dîl girtibû.