Hegseth: Wê îro bibe roja êrîşên herî dijwar
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Amarîkayê Pete Hegseth, derbarê êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de got: "Îro dê dîsa bibe roja me ya êrîşên herî dijwar ên di hundirê Îranê de."
Wezîrê Parastinê Hegseth, di civîneke çapemeniyê ya hevpar de ku bi Sererkanê Giştî yê DYAyê General Dan Caine re li dar xist, êrîşên ser Îranê nirxandin.
Hegseth got ku cîranên Îranê û hevalbendên wê yên berê yên li Kendavê, Îran bi tenê hiştine û wiha axivî: "Hîzbullah, Hûsî û Hemas an parçe parçe bûne û bêbandor bûne, an jî hatine dehfdan. Îran bi tenê maye."
Hegseth destnîşan kir ku dê li dijî Îranê hejmara herî zêde ya balafirên şer û bomberdûmanê werin bikaranîn û got: "Îro dê dîsa bibe roja me ya êrîşên herî dijwar ên di hundirê Îranê de. Agahiyên îstîxbaratî ji her demê çêtir in."