TR KU SO
FB X
Cîhan

Hejmara dawî ya kustiyên êrîsa Moskowê eskere bû

Admin H
Nivîskar
📅 24 adar 2024 12:38

PeyamaKurd –Hate ragihandin ku hejmara kuştiyên êrîşa terorî ya li eywana konserê ya Moskowê de ku 22yê Adarê êvarê hatibû kirin de, hejmara kuştî û birîndaran zêde bûye.

Beriya niha rayedarên Rûsî ragihandibûn ku zêdetirî 40 kuştî hene. Li gorî zanyariyên dawî yên rayedarên rûsî belav kirine, di êrîşê de 133 kes hatine ktuştin û 100 kes jî birîndar bûne.

Li gorî medya rûsî yek ji terorîstên hatine girtin, li xwe mikur hatiye ku ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûye û bi bedêla 5400 dolaran beşdarî wê êrîşê bûye.

Hêjayî gotinê ye, di êrişa ser Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskowê  de, 5 êrîşkar beşdarî kiribûn. Dema êrîşê eywana konserê jî agir berdabûnê û bûbûn sedeme komkujiyeke mezçin. Rêxistina terorîst DAIŞê li ser hesabên xwe yên Telegramê berpirsiya xwe ya êrîşê eşkere ragihandibû.

Parve bike: