TR KU SO
FB X
Cîhan

Hejmara kesên ku wê dengê xwe bidin diyar bû: Çend dengdêrên nû hene?

Admin L
Nivîskar
📅 06 nîsan 2023 13:30

PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hejmara hilbijêrên ku di 14ê Gulanê de ji bo hilbijartinên serokomarî û parlementoyê dengê xwe bidin eşkere kir.

YSKê da zanîn, bi giştî 64 milyon û 191 hezar û 285 hilbijêr hene û hejmara hilbijêrên nû jî 7 milyon e, YSKê ragihand, ji van hilbijêran 3 milyon û 286 hezar û 258 hilbijêr li derveyî welat dijîn.

Herwiha YSKê eşkere kir, wê ji bo dengdanê bi giştî 195 hezar û 705 sindoq bên danîn. Ji van sindoqan 4 hezar û 969 li derve, 21 hezar û 15 jî wê li gundan bên danîn.

Lîsteya hilbijartinan wê di 12ê Nîsanê de were eşkerekirin û belavkirina pelên agahdariya hilbijêran jî wê di 19ê Nîsanê de destpê bike. YSK wê 6ê Nîsanê îtîrazên li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kom bike û di 7ê Nîsanê de jî biryarê bide. Di 8ê Nîsanê de jî îtirazên ku li Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê hatine kirin wê biryar bê girtin.a

 
Parve bike: