Cîhan
Hejmara miriyên korona vîrusê ji hezar û pênsed kesî bihûriye
PeyamaKurd - Vîrusa koronayê ku ji bajarê Vuhan ê Çînê belav bûye, her diçe berbelav dibe û hejmara miriyên ji vîrusê jî li gorî daneyên fermî ji hezar û pênsedî derbas kir.
Li gorî van daneyan hejmara miriyên corona vîrusê ji yên SARSê derbas kiriye û hejmara kesên vîrus li wan peyde bûye jî 54 hezar û 406 kesan bihûriye.
Heya niha çareyeke teqez ji bergirgirtina vîrusa koronayê re nehatiye dîtin û li bêhtirî 20 welatan jî belav bûye.
Li Çînê ji ber vîrûsa koronayê di rojekê de 242 kesan can da.
Trump: Di meha Nîsanê de dema hewa xweş bû wê dawî li virûsa koronayê were.
Amerîka ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê 100 mîlyon dolar alîkariyê dike.