Helbestvan Yilmaz Odabasi pistî parvekirina twîtekê hat girtin
PeyamaKurd – Helbestvan Yilmaz Odabaşi ku bixwe ji Diyarbekirê ye, di twîteke xwe de, rexne li deshilatdariyê kir û got, bi deh hezaran kes bi navê FETOyê û bi biryarên hikmê qanûnê (KHK) rûbirûyî zilma wekî ya darbeya 12ê Îlonê dibin.
Odabaşi piştî çend saet bi ser wê parvekirina wî de çûn hat binçavkirin û piştre jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku wî dibin girtîgeha Kandirayê.
Odabaşi di twîta xwe de bal kişandibû ser mexduriyeta wan kesên ji ber KHKyan ketine rewşeke nexweş û gotibû, li hember vê trajediyê deng bidin.
12 Eylül'de biz solculara yıllarca uygulanan acımasız kıyım, bugün Fethullan Gülen cemaatiyle bir biçimde ilişkilendirilen onbinlere ve KHK'lılara uygulanıyor...Herkes insan olmakla saygıdeğer; hele "kadınlara(analara), çocuklara kıymayın efendiler!"
— Yılmaz Odabaşı (@yilmazodabasi) December 30, 2020