Cîhan
Helbûsî pistgirî da peyama Sedir: Pêwîst e hêzên siyasî sasitiyên hene çareser bikin!
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî piştgirî da peyama Muqteda Sedir û got: “Pêwîst e hêzên siyasî şaşitiyên hene çareser bikin!”
Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî peyama Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û got: “Peyama ku Seyîd Muqteda Sedir da, nexşerêyeke nîştîmanî bû.
Herwiha da zanîn: “Pêwîst e hêzên siyasî şaştiyên hene çareser bikin! Dûr bin ji komployên gerdûnî ku hinek di navê de dijîn!.”