TR KU SO
FB X
Cîhan

Heleb | Li herêmên kontrola Tirkiyê 2 otomobîl hatin teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2022 19:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê li gundê Cetel ê bajarokê Xendora yê rojhilatê Helebê 2 otomobîlên bombebarkirî hatin teqandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî, li gundê Cetel ê bajarokê Xendora yê rojhilatê Helebê ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye, 2 otomobîlên bombebarkirî teqiyan.

Derbarê ziyanên wan teqînan de, hîn ti zanyarî nehatin belavkirin.

Parve bike: