TR KU SO
FB X
Cîhan

Helîkopter ket û 2 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2021 02:33

PeyamaKurd – Li başûrê Brezîlyayê li eyaleta Esprito Santo li bajarê Vîla Velhayê helîkopterekî ket û di encamê de 2 kes mirin. Li gor ragihandina çapemeniya Brezîlyayê ya G1 ê; sedema qezayê nayê zanîn û xwediyê helîkopterê ku hem pîlotê wê bû ye Octavio Schneider û keseke li cem wî bi navê Lucimara Poleto li ciyê qezayê mirin.

Bûyer li dora wextê nîvro li taxa Rivera Barrayê çêbûye û piştî tîmên îtfaiyê tên agahdarkirin, îtfaiye diçe ciyê bûyerê û her du kesan birîndar ji helîkopterê derdixin. Serokê tîma îtfaiyê Pedronî ragihandiye ku tedawiya ewilî bo wan hatiye kirin lê bi sedema halê wan giran bûye, nikaribûne wan rizgar bikin.

Bo zanîna sedema ketina helîkopterê lêpirsîn dewam dike.

Parve bike: