Cîhan
Helîkopter ket û 4 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Endonezyayê li Jawa ya Navîn helîkopterekî leşkerî ya tîpa Mi-17 ya malê Rûsyayê ket û di encamê de 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Bûyer li devera Kendalê çêbû,bi temamî di helîkopterê de 9 kes hebûn.
Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin ji ber ku sedema ketina helîkopterê nayê zanîn.