TR KU SO
FB X
Cîhan

Helîkoptera Pasevanên Netewî yên Amerîkayê ket

Admin H
Nivîskar
📅 03 sibat 2021 23:57

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya amerîkî, helîkoptereke artêşa Amerîkayê ya Pasevanên Netewî tê de bûn, li eyaleta Idahoyê ket.

Hat ragihandin ku helîkoptera cureya UH-60 Black Hawk a Pasevanên Netewî yên Amerîkayê li eyaleta Idahoyê ketiye û 3 pîlotên tê de bûn can dane.

Hat diyarkirin ku helîkopter dema firîna perwerdehiyê dikir, li bajarê Boise û nêzîkî Parka Lucky Peak a Eyaleta Idahoyê ketiye.

Sedema ketina helîkopterê hîn nehatiye zanîn, lê hat eşkerekirin ku helîkopter li gorî dema Amerîkî ya xwecihî li demjimêr 20:00 ketiye.

 

Parve bike: