Cîhan
Helîkopterek xwe li apartmanekî xist û ket qata jor
PeyamaKurd- Li bajarê New York a Amerîkayê li herêma Manhattanê helîkopterek li apartmanekî li qata jorê da û ket banê wê. Li gor ragihandina beşa îtfaiyê ya New Yorkê; helîkopter li meydana Timesê, xwe li qata herî jor ya apartmanê daye.
Helîkopter ketiye qata herî jor, agir pêketiye, tîmên polîs û îtfaiyê mudaxeleyê wê kirine. Parêzgerê New Yorkê Andrew Cuomo bo rojnamevanan weha ragihandiye:
“Em nizanin sedem çiye ku helîkopter xwestiye xwe deyne ser vê apartmanê. Lê ev tişteka ji rêzê an rûtîn nîne.”
Li gor çapemeniyê di qezayê de herî kêm yek kes miriye.