TR KU SO
FB X
Cîhan

Hem koronayê hem jî bobelatê li Hindistanê xist!

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2021 00:01

PeyamaKurd – Welatê Hindistanê zêdetirî milyonek û 400 hezar nifûsa wê heye û niha ji ber zêdebûna pêketin û mirinên ji koronayê dinale, vê carê jî bi bobelatekê re rûbirû ma.

Bobelata Tuktae çend roj in bandorê li ser Hindistanê dike û ziyaneke mezin gihandiye xelkê.

Herî dawî ji ber firtoneyê keştiyeke rêwiyan a 273 kes tê de bûn, noqî deryayê bû û herî kêm 21 kesan can da û 96 kes jî winda ne ku 177 kes jî hatine rizgarkirin.

Ji ber bobelatê têkoşîna dijî koronayê jî ketiye xeterê ku nexweşên bajarên Mumbai û Gucarat ên Covid-19 hatine tehlîyekirin û bo deverên dûrî peravan hatine şandin.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiya Hindistanê di 24 saetên borî de, 263 hezar û 533 kesên din bi Covid-19 ketine û 4 hezar û 329 mirin hatine tomarkirin.

Parve bike: