TR KU SO
FB X
Cîhan

Hemas: Îsraîl vekişe, em ê çekan berdin

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2026 19:03

PeyamaKurd - Tevgera Hemasê li ser lihevkirina agirbesta Xezeyê û bêçekkirina komên çekdar daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku pêkanîna qonaxa duyem girêdayî pabendbûna Îsraîlê ya bi xala yekem re ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rawestandina êrîşan û vekişîna artêşa Îsraîlê şertê sereke yê vê pêvajoyê ye.

Her wiha hat tekezkirin ku derxistina çekên giran di çarçoveya lihevkirinê de girêdayî bidawîbûna êrîşan, vekişîna ji Xezeyê, avakirina Komîteya Neteweyî, belavkirina komên çeteyan û avakirina dewleta serbixwe ya Filistînê ye.

Parve bike: