TR KU SO
FB X
Cîhan

Hemû rehîneyên li kafeyeke Holandayê hatibûn girtin hatin berdan

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2024 20:04

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rehîneyên li kafeyeke bajarê Ede yê Holandayê, îro danê sibehê hatibûn girtin hemû hatin berdan û kesek jî hate binçavkirin.

Îro 30yê Adarê danê sibehê li kafeyeke bajarê Ede yê Holandayê 4 kes hatibûn dîlkirin û polîsan ji bo ewlehiyê 150 malên derdorê vala kiribûn. Herwiha seferên trênê yên bajêr jî hatibûn rawestandin.

Polîsê Holandayê piştre bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 rehîne hatine berdan û kesê çarem ê ew rehîn girtine jî hatiye binçavkirin.

Polîs derbarê nasnameya wî kesê hatiye binçavkirin û sedema bûyerê de agahî neda.

Parve bike: