TR KU SO
FB X
Cîhan

Her dû wezîrên petrolê li hev kirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 hezîran 2018 23:00

PeyamaKurd- Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku OPEC berya civîna xwe ya 174 emîn li Viyanayê bike, wezîrê petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene û wezîrê petrolê yê Erebistana Si’ûdî Xalid el-Falih di mijara miqdarê hilberîna petrolê de hevdîtin kirine û hevdîtin baş derbas bûye.

Zengene piştî hevdîtinê, bo rojnamevanan ragihand ku li ser mijara miqdarê hilberîna petrolê axaftin kirine û hevdîtin xweş derbas bûye. Hem Zengene got ku dê di mijara miqdarê hilberînê de, di civîna OPECê de lihevkirin çêbibe.

Endamê OPECê Erebistana Si’ûdî û Rûsya ku ne endamê OPECê ye, dixwazin ku miqdarê hilberîna wan ya petrolê zêde bibe. Îran jî dixwaze mêzênek hebe da li seranserê dinyayê jî mirov karibe di mijara xaz û petrolê de mêzênek çêbibe.

Ger hilberîna petrolê di dinyayê de zêde bibe, wê bihayê petrolê di seranserê dinyayê de kêm bibe.

Parve bike: