TR KU SO
FB X
Cîhan

Herdu welatan, li ser redkirina penaberan li hev kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 adar 2023 17:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin Ragihandin, rayedarên Amerîka û Kanadayê, li ser redkirina penaberan ên li deriyên sînorî yên neqanûnî li hev kirin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau dê roja înê di serdana Biden a ji bo Ottawa de rêkeftinê ragihînin.

Tê çaverêkirin ku ev rêkeftin rê bide rayedarên Amerîkî û Kanadayî ku penaberên neqanûnî ji herdu welatan vegerînin.

Hat diyarkirin ku rêziknameya nû dê di Peymana Welatê Sêyemîn a Ewle de ku rê li ber Kanadayê digire ku derbasî li xalên derbasbûnê yên nefermî bibe, valahiyekê bigire.

Li gorî agahiyan, dan û stendinên li ser peymana nû ya sînorî ya Amerîka û Kanadayê, bi mehan hatibûn rawestandin.

Hat ragihandin ku rayedarên Amerîkî nexwestin peymanê ji nû ve biguherînin ji ber ku welat bi qeyrana koçberiyê re li ser sînorê Amerîka û Kanadayê re mijûl bû.

Li gorî nûçeya CBS Newsê, di çarçoveya peymanê de Kanada dê ji bo 15.000 koçberên ku ji ber zilm û tundûtûjiyê li Amerîkaya Başûr û Navîn direvin, bernameyeke nû ya penaberiyê çêbike.

Parve bike: