Herîrî çaremîn car ji bo hikûmeta Lubnanê hat erkdarkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê, serokwezîrê berê û serokê Tevgera Pêşerojê Seid El-Herîrî hat erkdarkirin.
Parlamentoya Lubnanê ji bo dengdana erkdarkirina Seid El-Herîrî ya avakirina hikûmeta nû civiya bi dengê 65 parlamanteran Herîrî ji bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin.
Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn piştî dengdana parlamenê serokê Tevgera Pêşerojê Seid El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.
Herîrî got ku wê hikûmeteke teknokrat a dûrî partiyan ava bike, ku li gorî insiyatîfa Fransayê be û da zanîn ku ew dê ji bo xurtkirina aboriya welat kar bike.
Hikûmeta Lubnanê salek berê ji ber xwepêşandanên li ser nebûna xizmetguzariyê û têkçûna aboriya welat istîfa kiribû.
Seid El-Herîrî beriya niha jî 3 caran wekî serokwezîr serokatiya hikûmetên Lubnanê kiribû ku heger vê carê jî hikûmetê ava bike dibe çaremîn car ku dibe serokwezîrê Lubnanê.