Cîhan
Herzog seredana Kibrisa Rûman kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog seredana Kibris a Rûman kir. Seredan li ser daweta lîderê Kibris a Rûman li ser daweta Nikos Hristodulidis hat kirin.
Li ser dawetkirina serokkomarê Îsraîlê, muxalefeta Rûman û hem grûbên ku destekê didin Filistiniyan û Hîzbûllaha Lubnanê, bertekê ji bo dawetkirinê nîşan dan.
Çalakvan li ser koşka serokkomariyê civiyan û dawetkirina Herzog protesto kirin. Muxalefet dibêje ku hevkariya bi Îsraîlê re li dijî berjewendiyên Rûman e.
Lê bi salaye ku Kibris a Rûman bi Îsraîlê re li ser Derya Sipî bi taybetî li ser lêgerîna hidrokarbonê hevkariyê dike. Her weha di seha leşkerî de jî hevkariya navbera her dû terefan dewam dike.