TR KU SO
FB X
Cîhan

Hesda Seibî ji Zummarê vekisiya: Binkeyên Keldanî Babilyon hatin daxistin

Admin H
Nivîskar
📅 07 sibat 2024 00:10

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Heşda Şeibî piştî êrîşên Amerîkayê, ji Zummarê vekişiyaye û binkeyên hêzên girêdayî wê yên Keldanî Babilyon jî hatine daxistin.

Berpirsê lijneya navçeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Zummarê Hesen Xelo eşkere kir ku 3 binkeyên Heşdî Şeibî ya Babilyon li Zummarê hebûn û her sê binke jî hatin daxistin ku girêdayî Reyan Kildanî bûn.

Herwiha hate destnîşankirin ku Heşdî Şeibî hêzên xwe ji Zummarê vekişandine û niha ti binkeyeke Babilyon li Zummar nemaye.

Parve bike: