TR KU SO
FB X
Cîhan

Hestiyên 7 hezar kesê hê nehatine dîtin

📅 23 tîrmeh 2018 05:06

PeyamaKurd - Li Bosna Hersekê di navbera salên 1992-1995an da şer qewimî û di ser da ji 20î zêdetir sal derbas bû lê hê jî cesedê ji 7 hezarî zêdetir kesên winda bûne, nehatine dîtin.

Berdevka Enstîtuya Kesên Winda ya Bosna Hersekê Lejla Cengîcê diyar kir ku piştî şer di gorên komî da nêzî 2 hezar hestî hatin dîtin lê nasnameyên wan nehatin kifşkirin.

Cengîcê diyar kir ku bermayiyên hin hestiyan bi tevahî hatin tunekirin û ji ber vê jî hin kesên winda wê bi tu awayî neyên dîtin.

Di axaftina xwe da Cengîcê destnîşan kir ku li seranserê welêt nêzî 32 hezar kesên winda hatin dîtin û wiha pê da çû: "Me hestiyên 25 hezar û 500 kesî tespît kir. Ji wan kesan nasnameya 2 hezar hestiyan hêj nehatiye diyarkirin. Li seranserê Bosna Hersekê cesedê 7 hezar û 175 kesan hê jî winda ne."

Cengîcê ragihand ku bi serlêdana malbatan hejmara kesên di dema şer da winda bûne her ku diçe zêdetir dibe û wiha domand: "Li Bosna Hersekê piştî şer 750 gorên komî hatin dîtin û ji wan bi hezaran hestiyên kesên di şer da hatine kuştin hatin derxistin. Di şer da ji bo ku cihê gorên komî neyên tespîtkirin cihê cesedan hertim hatine guhertin û ji ber vê jî hestiyên kesekî li deverên curbecur derdiketin."

Parve bike: