TR KU SO
FB X
Cîhan

Heta Brunson were berdan, dorpêç wê bidome!

Admin V
Nivîskar
📅 02 tebax 2018 14:14

PeyamaKurd- Alîkarê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence got ku heta Brunson were berdan, li dihî Tirkiyê dorpêç wê bidomin.

Piştî ku dadgeha Tirkiyê ji bo Keşe Brunson biryara girtinê ranekir, Amerîkayê daxuyaniyek da û got ku ji ber ku Brunson nehate berdan, em ê li dijî Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhamît Gûl û Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylu mueyyîdeyan pêk bînin.

Di pey van geşedanan re li ser mijarê Alîkarê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence daxuyaniyeke nû da û wih berdewam kir: “Hikûmeta Amerîkayê dorpêçeke giran ya aborî daniye ser Tirkiyê. Heta ku Keşe Brunson serbest bibe û were mala, ev dorpêç wê dewam bike.

Berî niha jî Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders gotibû ku ji ber girtina Keşe Brunson em ê dorpêçê deynine ser Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhamît Gûl û Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylu.

Parve bike: