TR KU SO
FB X
Cîhan

“Heta pêwistî hebe hêzên Amerîkayê dê li Iraqê bimînin”

📅 20 tebax 2018 00:26

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymana Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya di pêşengiya Amerîkayê de Serbaz Sean Ryan destnîşan kir, heta pêwistî hebe wê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.

Li gor nûçeya di kanala televizyonê Al-Hurra ya Amerîkî de derket, Berdevkê Hevpeymana Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya di pêşengiya Amerîkayê de Serbaz Sean Ryan, li Abu Dabiya paytextê Mîrektiyên Yekbûyî ya Erebî daxuyaniyek bo çapemeniyê da.

Sean Ryan, di daxuyaniya xwe de diyar kir, Amerîka ji bona li herêmên ji DAIŞa rêxistina terorê hatine stendin îstîkrar çêbe li Iraqê ye û heta pêwistî hebe wê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.

Herwiha Ryan destnîşan kir, ku piştî têkçûna DAIŞê mijara herî girîng, li navçeyên ku  hatine rizgarkirin pêkanîna îstîkrarê ye.

Parve bike: