TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevalekî nêzîk yê Qasim Suleymanî li Helebê hat kustin

📅 04 sibat 2020 16:03

PeyamaKurd - Fermandeyekî payebilind ê pasdarên Îranê, ku tê gotin hevalekî nêzîk yê Qasim Suleymanî bû, li Sûriyê hat kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî pasdarên Îranê dane zanîn, fermandeyekî pasdaran bi navê Esqer Paşapûr roja 2yê vê mehê li parêzgeha Helebê ya Sûriyê hat kuştin.

Li gorî zanyariyên wî fermandeyê pasdaran di şerê navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de hatiye kuştin. Tê gotin ku ew pasdarê han hevalekî nêzîk yê fermandeyê berê yê hêza Quds ya Îranê, Qasim Suleymanî bûye û bi wî re derbasî Sûriyê bûye.

Qasim Suleymanî 3yê meha borî di êrişeke artêşa Amerîkayê de li paytexta Iraqê Bexdayê hat kuştin.

Parve bike: