TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevdîtina Amerîka û Îranê li ser Yemenê

Admin M
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2018 22:59

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku dîplomatên Îranê û yên Amerîkayê li Londrayê bi dizî di navbera xwe de civînekî kirin. Nûçe ji aliyê rojnameya El-Ceride ya Kuweytê ve hat ragihandin. Li gor nûçeyê dîplomatên her dû dewletan bi navbeynkariya Awrûpa û Ummanê li Londrayê li otêlekî bi dizî hatin cem hev.

Balyozê Îranê yê li Londrayê Hamid Beydînejad, di derbarê bûyerê de got ku civîn derewe û civîneka weha nebûye. Lê hat  gotin ku dîplomatên Amerîkayê bi pasaportên normal hatine Londrayê û pasaportên dîplomatîk bi xwe re neanîne.

Parve bike: