Cîhan
Hevdîtina Erdogan û Stoltenberg destpêkir
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ji bo seredana fermî do gihabû Tirkiyê û bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re hevdîtin kiribû. Stoltenberg di hevdîtina xwe de gotibû ku wext hatiye da Fînlandiya û Îsweç bibin endamê NATO yê. Tirkiye îşaretê ber bi civîna li Stockholmê ve dabû ku dibe çareserî li Îsweçê çêbibe.
Piştî hevdîtina Stoltenberg û Çavuşoğlu, Stoltenberg bi wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar re hevdîtin kiribû û îro bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtina wî dewam dike. Hevdîtin ji bo çapemeniyê girtî dike lê dibe paşî ji bo çapemeniyê daxwuyanî bidin.