TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevdîtinên Tirkiye, Rûsya û Îran ên Astanayê ji nû ve dest pê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2024 03:39

PeyamaKurd – Welatên garantorên Sûriyê yên formata Astanayê, 21emîn hevdîtina xwe di navbera 24-25ê Çileyê de li paytexta Qazaxistan Astanayê li dar dixin.

Wezareta Derve yê Qazaxistanê ragihand, 21emîn hevdîtinên formata Astanayê li ser serlêdana welatên garantorên Sûriyê; Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dê birêve biçin.

Hate eşkere kirin ku wê di hevdîtinan de, rewşa giştî ya herêmî û derdora Sûriyê, hewldanên çareseriya giştgir bo Sûriyê, rewşa mirovî li Sûriyê û hêsankariyên navnetewî yên bo ji nû ve avadankirina Sûriyeyê werin gotûbêjkirin.

Parve bike: