TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêviya Heyder Ebadî ma konferansa Kuweytê

Admin M
Nivîskar
📅 08 sibat 2018 23:47

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gelek axafitên xwe de behsa konferansa Kuweytê dike. Konferansa Kuweytê wê di rojên pêşiya me de bê kirin.

Di konferansê de armanc ew e ku planê îmara Iraqê û bi taybetî ya Mûsilê pêşkêşî konferansê bikin da ji avakirinê re finansman bê bidestxistin.

Wê gelek dewlet tevli konferansê bibin û Ebadî dibêje ku ew bi Tirkiye, Îran, Misir, Kuweyt û Urdunê re têkiliyên aborî bipêşxistiye û dixwazin dewama wan têkiliyan hebe.

Wezîrê avadankirinê ye Iraqê berê jî ragihandibû ku bo avakirina Mûsilê pêdivî bi 100 mîlyar dolarî heye.

Parve bike: