TR KU SO
FB X
Cîhan

"Hêviya me rêkeftineke bi Amerîkayê re tune ye"

Admin L
Nivîskar
📅 04 hezîran 2026 12:28

PeyamaKurd - Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayi, hişyariyek tund da Washingtonê û têkiliyên nerasterast ên welatê xwe bi Amerîkayê re, amadekariyên leşkerî, helwesta Tehranê ya li hember welatên Kendavê û mijara nukleerî bi hûrgilî rave kir.

Rezayi diyar kir ku niha di navbera Tehran û Washingtonê de têkiliyên rasterast tune ne û peyam bi rêya welatên navbeynkar têne şandin. Wî destnîşan kir ku Pakistan, digel hin welatên herêmî, di vê pêvajoyê de rolek çalak û sereke dilîze.

"Em ji bo şerekî nû bi Amerîkayê re amadekariyê dikin"

Rezayi bêbawerî û dilşikestina welatê xwe ya ji Washingtonê derbarê rêkeftinek muhtemel de anî ziman û got, "Ezmûnên me yên berê nîşan didin ku Amerîkî ne pêbawer in. Di du pêvajoyên danûstandinê yên berê de, dema ku danûstandin didomiyan, wan êrîşî me kirin. Ji ber vê yekê, em niha ji bo şerekî nû bi Amerîkiyan re amadekariyê dikin; me hemû bala xwe daye ser biryardariya xwe ya parastina li dijî her êrîşek ji dijmin û li ser amadekariyên leşkerî."

Ji aliyekî din ve, berdevkê Îranê peyamek tund ji Qesra Spî re şand û tekez kir ku top di qada Amerîkayê de ye û divê ew biryarê bidin:

"Çarçove û xetên me yên sor pir zelal in. Divê niha Amerîka biryar bide ka ew dixwaze bi dîplomatên me re an bi moşekên me re li hev bike?"

Parve bike: