Hevpeymana Fetih pabendbûna xwe ji bo encamên hilbijartinan ragihand
PeyamaKurd - Ofîsa Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand ku Amirî diyar kiriye ew pabend in bi biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ku îro encamên hilbijartinên parlamentoyê pesend kir.
Di daxuyaniya Hadî Amirî de hat gotin; ji ber ku ew bi destûr û yasayan pabend in û herwiha baweriya wan bi proseya siyasî ya demokrasiyê, guherîna aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê heye, ew pabend in bi biryara Dadgeha Federal.
Hadî Amirî gotiye: “Tevî ku baweriyeke me ya kûr û nêrîneke me ya yekalîker heye ku proseya hilbijartinê cihê gumaneke mezin a sextekarî û destkarîkirinê bû û giliyên me yên ku me pêşkêşî Dadgeha Federal kirin, pêbawer û mentiqî û pejirandî bûn.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku eger ew gilî li her welatekî ku rêz li demokrasiyê digrin bihatana pêşkêşkirin, têra wê yekê dikir ku encamên hilbijartinan werin betalkirin.