TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevpeymanî: Di mekanîzmeya ewlekariyê de pêsketinên mezin çêdibin

Admin H
Nivîskar
📅 16 îlon 2019 23:08

PeyamaKurd - Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku pêşketineke baş û berbiçav di çarçoveya mekanîzmeya Ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbûye.

Bi daxuyaniyekê hevpeyamaniyê eşkere kir ku 'pêşketinên mezin di warê qonaxa yekê ya mekanîzmeya ewlekariyê de pêk tên.'.

Hevpeymaniyê diyar kir, wan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo vedîtina mewziyan û rakirin wan da ku metirsiyên Tirkiyê ji holê rabin çend caran dewriyeyên hevbeş pêk anîne.

‘WÊ MEWZIYÊN TIRKIYÊ ACIZ DIKIN BÊN RAKIRIN’

Herwiha hevpeymaniyê da zanîn ku Hevpeymanî û Tirkiyê 4 caran bi balafiran li ser herêmê geriyane.

Hevpeymaniyê da xuyakirin ku wê hevdîtin û danûstandin bi Tirkiyê re têkildarî hin ziraviyê din dewam bikin û hin mewziyên ku Tirkiyê aciz dikin, wê werin rakirin.

Parve bike: