Cîhan
Hevpeymaniya Erebî li Erebistana Siûdî 2 moşekên balîstîk û 3 dron xistin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku wan beriya ku bigihîjin armanca xwe li paytext Riyadê, du moşekên balîstîk ên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibûn avêtin, têk birine. Hevpeymaniyê her wiha li herêma rojhilat a ku bi petrolê dewlemend e sê dron xistin xwar.
Di van rojên dawî de Hûsiyên ku piraniya herêmên qelebalix ên Yemenê kontrol dikin, êrîşên xwe yên li ser Erebistana Siûdî zêde kirine. Ev êrîş piştî wê yekê tên ku di hefteya borî de jî êrîşek li ser avahiyeke birêvebiriyê ya şîrketa petrolê ya dewletê Aramco ya li Riyadê pêk hatibû û zirar gihîştibûyê. Li herêma rojhilat a Siûdiyê piraniya yedekên petrol û gaza welêt hene û baregeha sereke ya Aramcoyê jî li wir e.