Cîhan
Hevpeymaniya Siûdî: Moşekên balîstîk ên Hûsiyan li ser ezmanê Riyadê hatin pûçkirin
PeyamaKurd -
Berdevkê Hevpeymaniyê Turkî el-Malikî diyar kir ku pergala parastina hewayî berî ku moşek bigihêjin armancên xwe ew xistine û pûç kirine.
Ev êrîş piştî wê yekê tê ku rojên borî Hûsiyan êrîşî navenda Fona Veberhênana Giştî ya Erebistana Siûdî (PIF) û çend avahiyên bilind ên li Riyadê kiribû û ziyanên madî gihandibûnê.