TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevpeymaniyê bi êrîseke asmanî 3 DAISî kustin

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2020 00:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bakurê Helebê balafirên bêpîlot ên Hevpeymaniya Navdewletî di encama êrîşekê de 3 DAIŞî kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî derbarê êrîşê de ragihand ku balafireke nenas a bêpîlot li bakurê bajarê Ihtîmalat ê dikeve bakurê parêzgeha Helebê, otomobîlek kiriye armanc û 3 kesên tê de bûn hatine kuştin.

SOHRê daye zanîn ku tê texmînkirin balafira hevpeymaniya navdewletî ye û kesên hatine kuştin jî berpirsên DAIŞê ne.

Herwiha li ser medya civakî jî wêneyên kesên hatine kuştin hatin belavkirin ku nasnameyê ji aliyê Tirkiyê ve bi Tirkî bo wan hatibûn dayîn dihatin xuyakirin.

Parve bike: