TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevserokê HDPê Sancar: Partiyeke nû yan jî fesihkirin di bijardeyan de ye

Admin H
Nivîskar
📅 21 adar 2021 19:35

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, piştî doza girtina HDPê, daxwaza qedexekirina siyasetê li 687 siyasetmedaran û xistina parlementeriya Omer Faruk Gergerlîoglu di bernameyeke televizyonê de daxuyaniyên girîng dan.

Mithat Sancar li doza hatiye vekirin got, “Ji bilî girtinê em biryareke din çaverê nakin. Partiyeke nû yan jî fesihkirina HDPê di nav bijardeyan de ye. Tişta ku em gotûbêj bikin ew e ku kîjan bijarde sûdê li têkoşîna demokrasiyê û hêvîya azadiyê dike ye.”

Sancar herwiha diyar kir ku di rojeva wan de bicîhiştina parlementoyê ango ‘Sin-î milet’ nîne û got, “Niha vegera li Sin-î milet di rojeva me de nîne. Di nîqaşên me yên heta niha me kirine de bicîhiştina parlamentoyê nîne. Em di siyaseta demokratîk de bi israr in û cihê wê jî ne tenê parlemento ye, lê qadeke girîng e. Her çiqas parlamento hatibe bêîtibarkirin jî ji bo bicihanîna rewatiya îradeya gel qadeke girîng e.”

Parve bike: