TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevserokên DEM Partiyê ji malbata Barzanîyan re sersaxî xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 12:53

PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji ber koça dawî ya mezinê malbata Barzaniyan Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyamek sersaxiyê weşandin.

Hatîmogûllari û Bakirhan ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hemû gelê Herêma Kurdistanê re sersaxî û sebir xwestin.

Di peyamê de bal hat kişandin ser rola hêja ya malbata Barzaniyan di dîroka Kurdan de û hate destnîşankirin ku Şêx Ebdulwehîd mîrateke mezin li pey xwe hiştiye.

Her wiha di peyamê de hate gotin, "Ev ne tenê êşa malbatekê ye, êşa me hemûyan e," û daxwaza rehma Xwedê ji bo rehmetî hate kirin.

Parve bike: