TR KU SO
FB X
Cîhan

Hewl tên dayîn ku Ebdulmehdî ji nû ve bibe namzedê serokwezîriyê

Admin H
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2020 17:14

PeyamaKurd – Ji ber ku hê jî aliyên siyasî  yên Iraqê û bi taybet jî Fraksiyona Bîna nekarîne namzedek bi dilê xelkê Iraqê li cihê Serokwezîr Adil Ebdulmehdî diyar bikin, îhtimala ku ji Ebdulmehdî ji nû ve were kandîdkirin bo serokwezîrtiyê derketiye holê. Ebdulmehdî doh serdana herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî û rayedarên herêma Kurdistanê re jî hevdîtin pêk anîbûn.

Tevî ku ev 40 roj zêdetir çêbûye Adil Ebdulmehdî dest ji posta serokwezîriyê berdaya û bi awayekî demkî berdewam dike jî ne koma herî mezin a parlamena Iraqê Fraksiyona Bîna ne jî aliyên din kesek ji bo wê postê hîn diyar nekirine.

Dema destûrî ji bo hikûmeta demkî ji 29ê Kanûna 2019an ve bi dawî bûye ku ev dem 30 roj bûn. Bi vî awayî ev 14 roj in Iraq di valahiya siyasî de ye. Lê bûyerên ku vê dawiyê li Iraqê rû dan, Ebdulmehdî neçar hêla ku karê serokwezîrtiyê carek din têxe ser milê xwe ku ev yek jî derveyî yasayê ye.

Roja 7ê Çile xwepêşanderên Iraqê sê roj dem dan serokkomar ji bo kesek ji bo pêkanîna kabîneya pêncem a hikûmeta Iraqê erkdar bike. Lê dema ku hatî dayîn qediya û serokkomar kes ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekir.

Li gorî hin çavkaniyên medya Iraqê belav dike, Tevgera Hikme di nava hewildanan de ye û senaryoyek amadekirine ji bo bi rêya parlamentoyê carek din Ebdulmehdî bibe serokwezîr, heya amadekarî ji bo hilbijartinên pêşwext tê kirin. Herwiha tê gotin ku Amerîka jî piştgiriya vê senaryoyê dike.

Dîsa ji serdana herêma Kurdistanê ya Ebdulmehdî jî diyar dibe ku bi îhtimaleke mezin heger ew ji nû ve bibe namzedê serokwezîrtiyê, dê aliyên Kurdistanî jî piştgiriya wî bikin.

Tê diyarkirin ku yek ji mijarên sereke yên serdana doh ya Ebdulmehdî ji bo Herêma Kurdistanê ew bû ku ji aliyên Kurdî piştrast bibe dema carek din bawerî bi wî hate dayîn ji bo serokwezîrtiyê, Herêma Kurdistan piştgiriya wî dike yan na.

Lê belê îhtimalek heye ku di warê yasayî de astengî ji bo Ebdulmehdî derkevin, ji ber ku li gor destûra Iraqê tu rêkarek ji bo dubare hilbijartina serokwezîrekî ku bawerî jê hatibe wergirtin nehatiye eşekerekirin.

Parve bike: