Hewlêr û Bexda li ser sîstema gumrikê gihîştin rêkeftinê
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê, îro li Bexdayê, li ser hemû hûrgiliyên teknîkî û hunerî yên sepandina sîstema navdewletî ya 'Asycuda' gihîştin lihevkirina fînal.
Şandeya teknîkî ya Herêma Kurdistanê ku duh daxwaz li Bexdayê kiribû, piştî hinek civînên ligel berpirsên federal, karî hemû astengiyên li pêşiya yekxistina sîstema derîyên sînorî rake.
Rêveberê Giştî yê Gumrika Îraqê Samer Qasîm beriya niha ragihandibû ku hevahengiyeke pir baş di navbera her du aliyan de heye û ev gava nû dê tevgera bazirganî ya li welêt derbasî qonaxeke zelal bike.
Sîstema Asycuda ku ji aliyê Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Bazirganî û Geşepêdanê (UNCTAD) ve hatiye pêşxistin, sîstemeke elektronîkî û gerdûnî ye ku rêkarên gumrukê yên navbera Hewlêr û Bexdayê dike yek.
Ev sîstema dîjîtal bi armanca hêsankirina daxuyaniyên gumrikî, zûkirina danûstandinên bazirganî û zêdekirina dahata neftî ya dewletê tê bikaranîn; her wiha di şerê li dijî gendeliyê û rêgirtina li fînansekirina terorê de wekî amûreke herî bi bandor a navdewletî tê qebûlkirin ku kontrola derîyên sînorî bi temamî dixe bin çavdêriya elektronîk.