TR KU SO
FB X
Cîhan

Heyeta Erebistanê giha Îstenbolê

Admin M
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2018 20:01

PeyamaKurd- Bo lêpirsîna li ser mijara rojnamevanê wenda Cemal Kaşıkçı, ji Erebistana Si’ûdiyê 11 kes hatin Îstenbolê. 11 kes bi 4 erebeyan hatin balyozxaneya Erebistanê ya Îstenbolê û nîv siet li balyozxanê man û paşî derketin.

Li ber balyozxaneya Erebistanê ya li Leventa îstenbolê gelek rojnamevan û televizyon rawestiyane. Kesên ku hatin balyozxanê ti agahiyekê nedan çapemeniyê û hat ragihandin ku seredana heyetê weka “lêkolîna pêş” tê qebûlkirin.

Parve bike: