TR KU SO
FB X
Cîhan

Hez li erdê ket: 33 kes mirin û 19 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2024 03:06

PeyamaKurd – Li Kolombiyayê li herêma Choyoyê li qeseba Carmen de Atrato, li ser rêya otoyê hez li erdê ket. Di encamê de 33 kes mirin û 19 kes birîndar bûn.

Cîgirê serokkomarê Kolombiyayê Francia Marquez, di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:

“Li gor rapora ku ji herêmê hatiye; heya niha 33 kes mirine ku piraniya wan zarokin. Em bi bûyerê xemgînin û bi malbatan re di nav pêwendiyan de ne.”

Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê şandine ciyê bûyerê.

Parve bike: