Hêzêke amerîkî li basurê Kobaniyê bicih bû
PeyamaKurd - Ew hêza amerîkî ku îro vegeriyabû ser sînorê Rojava û Tirkiyê li nahiyeya Sirrîn a ku dikeve başurê Kobanê bicih bû ku ji 17 otomobîl ku serbaz tê bûn, 4 tank, 2 zirîpoş û 85 otomobîlên bo kelûpelên lojîstîkî pêk dihat.
Bicihbûna wî karwanê serbazî yê amerîkî li Sirrînê, piştî wê hat ku çend roj berê serbazên amerîkî ew dever bicî hiştibûn û derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn. Li binke û baregehên wan serbazên amerîkî jî şervanên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bicih bûbûn.
Duh ji ber şer û pevçûnên li Til Temirê rêya navdewletî ku weke M4 tê zanîn hatibû girtin. Îro piştî asayîbûna rewşê karwanê serbazî yê Amerîkayê bi rêya M4ê xwe gihand serbazgeha li Sirrînê.
Serbazgeha li navçeya Sirrînê 32 kîlometran dikeve başûrê Kobaniyê û rojhilatê Minbicê. Pêştir hejmareke zêde ya serbazan li wê baregehê hebûn. Ew serbazgeh ji bo pêşwazîkirina firokeyên barhilgirên serbazî dihat bikaranîn. Ev yekem karwanê leşkerên amerîkî ye ku piştî vekişîna ji deverên sînorî derbasî çend navçeyên sînorî dibe û li ser sînor gereke leşkerî encam dide. Li gor zanyariyan, wê hêza Amerîkî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê gereke çavdêriyê pêk anî.
Amerîkayê roja 7ê vê mehê û piştî pêwendiya telefonî ya navbera Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hêzên xwe ji gelek navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê vekişandin û rojên paştir jî çend binkeyên xwe yên leşkerî li Rojava vala kirin û hêzên xwe veguhast nav sînorê Herêma Kurdistanê.
26ê Cotmehê careke din Amerîkayê dest bi vegerandina beşek ji hêzên xwe bo nav axa Rojavayê Kurdistanê kir. Donald Trump çend rojan piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê gotibû, ew rê nadin bîrên petrolê bikevine destê Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê û ji bo parastina bîrên petrolê ew dê hejmarek ji leşkerên xwe li Sûriyê bihêlin.