Cîhan
Hêzên Astiyê yên NATOyê: Em rewsê ji nêz ve disopînin!
PeyamaKurd- Hêzên Aştiyê yên NATOyê (KFOR) ragihand ku ew rewşa li bakurê Kosovayê, ji nêz ve dişopînin.
KFORê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku "Mîsyona KFORê ya bi serkêşiya NATOyê ji nêz ve rewşa li bakurê Kosovayê dişopîne û hemû kiryarên yekalî yên ku xeteriya zêdekirina aloziyê şermezar dike. Pêşîniya me ya yekem ew e ku em jîngehek ewledar û aram li gorî erkên me yên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) mîsoger bikin.”
Ji ber ku di navbera Sirbên Kosovayê û polîsên Kosovayê de alozî derketibû, li dijî bicihkirina hêzên ewlekariyê li şaredariyên li bakurê Kosovayê xwepêşandan hatibûn kirin û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û rayedarên NATOyê banga kêmkirina rageşiyê li herêmê kiribûn.