TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên Etiyopyayê wezîrê karên derve yê berê kust

Admin M
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2021 02:04

PeyamaKurd – Hêzên Etiyopyayê wezîrê berê yê karên derve yê Tîgrayê yê bi navê Seyoum Mesfîn ku yek ji rêvebirê Eniya Rizgariya Gel (TPLF) bû di operasyonekî leşkerî de kuşt. Bi wezîr re 3 endamên rêvebiriya rêxistinê jî hatin kuştin.

Li gor ajansa nûçeyan ya Etiyopyayê tûxgeneral Tesfaye Ayalew gotiye, di navbera her dû aliyan de şer derketiye û 3 rêvebirên rêxistinê yên bi navên Asmelash Woldeselassie, Abbay Tsehaye û Kiros Hagos hatine kuştin. Di operasyonê de ji kesên rêvebir Gebremeskel Gebrekidan, Al Fisseha Birhane, Zerabiruk Tadesse, Gebrekidan Asgedom û Mebrahtom Kinde Hailu jî hatine desteserkirin.

Di navbera hêzên dewleta Etiyopyayê û TPLF ê de ev du mehe şer dewam dike. Li Etiyopyayê li ser bingeha etnîkî federalizm heye.

Parve bike: