Cîhan
Hêzên Îsraîlê, li Beyt Xanûna Xezayê bi cih bûn!
PeyamKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Îsraîlê hatin ragihandin, hat diyarkirin ku tanqên artêşa Îsraîlê yên ku sînor derbas kirin, li erdên çandiniyê yên li nêzî Taxa Beyt Xanûn a li bakurê Şerîda Xezayê ya dorpêçkirî bi cih kirin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezaya ku nêzî 2,3 milyon Filistînî lê dijîn, di roja 23yem de berdewam e û hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ku tevahiya şevê bi êrîşên asîmanî li zêdetirî 450 cihên li Xezayê xist, ji danê sibehê ve bakûrê Xezeyê bi obus û tanqan bombebaran dike.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê çalakiyên hêzên xwe yên bejahiyê yên li derdora Xezayê berfireh bikin.