TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên rejîmê li nêzî noqteya ku Tirk lêne xistin

Admin M
Nivîskar
📅 09 hezîran 2019 04:07

PeyamaKurd- Hêzên rejîma Esed bi topan li devera ku divê aramî lê hebe, li Idilibê, li nêzî noqteya ku artêşa Tirkiyê lê ye xist. Artêşa Sûriyê û grûbên bi desteka Îranê bi hevre li bakûrê Hamayê, li navçeya Morîkê li nêzî noqteya jimare 9 ê xistin.

Di êrîşê de ti xesar negihaye noqteya leşkerên Tirkan ya çavdêriyê. Li deverê 12 noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê hene. Berêjî rejîm di 29 ê nîsanê de li Zawiyê li noqteya Tirkan ya jimare 10 ê xistibû. Di meha gulanê de jî li noqteya 4 û 12an dabû.

Parve bike: