Cîhan
Hêzên Tirkiyê ji 4 gundên Til Temirê vekisiyan
PeyamaKurd – Hêzên Artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji 4 gundên derdora bajarokê Til Temirê vekêşandin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê (TSK) hêzên xwe ji gundên Heras, Suda, Menacîr û Şibliye yên li derdora Til Temirê vekişandin û navendên xwe yên wan gundan jî şewitandin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, sedema vekişandina hêzên Tirkî nayê zanîn, lê di van demên dawî de, alozî di navbera hêzên Tirkî û hin çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser pirsa Idlibê derketibûn.
Berê jî, 12ê vê mehê jî Tirkiyê hêzên xwe ji 7 gundên derdora Til Temirê û Ebû Rasênê vekişandibûn.
SOHRê diyar kiribû, reng e sedema vekişîna hêzên Tirkî ji wan deveran ew be, ji destpêkê ve ew kontrolkirina wan gundan ne di plana Tirkiyê de be.