Cîhan
Hikûmeta Afganistanê îro tê ragihandin
PeyamaKurd – Hikûmeta Afganistanê, îro piştî nimêja Înê tê ragihandin û Mela Ebdulxenî Birader jî serkirdetiya Hikûmeta nû dike.
Ajansa Reutersê destnîşan kiriye; Mihemed Yeqûb kurê Mela Umerê damezrînerê Tevgera Talîbanê û Şêr Mihemed Ebas meqamên payebilind ji hikûmeta Talîbanê werdigrin.
Herwiha daye zanîn, Mela Ebdulxenî Birader ku Serokê Polîtburoya Talîbanê ye, weke Serokê Hikûmeta Afganistanê îro dê dest bi kar bike.