TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Iraqê naxwaze Artêsa Amerîkayê ji Iraqê derkeve

Admin L
Nivîskar
📅 20 mijdar 2020 16:03

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê daxwaz dike, Artêşa Amerîkayê li Iraqê bimîne, venekişe.

Li gor Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Kenneth F. McKenzie diyar kir: “Zêdetirî 10 hezar çekdar û şaneyên razayî yên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene û hê jî gef in. Hikûmeta Iraqê jî ji me daxwaz kir ku em li welatê wan bimînin.”

General Kenneth F. McKenzie da zanîn: “Li ser fermana Serok Trump, tenê 2 hezar û 500 serbazên Amerîkî dê li Iraqê bimînin.”

McKenzie eşkere kir: “Li gor zanyariyan, hê jî zêdetirî 10 hezar çekdar û şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene û metirsiya serîhildana wan heye.”

General Kenneth F. McKenzie destnîşan kir: “Ez hêvî dikim biryara derketina me ji Iraqê bi fermî û ji aliyê hikûmeta wî welatî bibe, lê niha hikûmeta Iraqê bi eşkere ji me re gotiye ku dixwaze Amerîka û welatên hevpeyman li welatê wan bimînin.”

Parve bike: