Cîhan
Hikumeta Iraqê yasaya Heşdî Şeibî pejirand û şand parlamentoyê
PeyamaKurd - Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî piştî civîna Encûmena Wezîran daxuyaniyek belav kir û naveroka biryaran eşkere kir.
Di civînê de projeyasa Heşdî Şeebî ligel çend projeyasayên din hatin pejirandin û ji bo dengdanê ji parlamentoyê re hatin şandin.
Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku bi armanca vegerandina pere û milkên Iraqiyan ên li Urdunê, di bin serokatiya Wezareta Darayî de komîteyek bê avakirin.
Ji bo parastina kerta pîşesaziyê hinardekirina madenên mîna sifir, alumînyum û hesin hate qedexekirin, û her wiha Wezareta Derve hat raspartin ku ji bo girtina zanyariyên li ser kes û kompanyayên gumanbar bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê re bixebite.