Cîhan
Hikûmeta Lubnanê hat hilwesandin
PeyamaKurd – Piştî îstifaya hejmarek wezîrên hikûmeta Lubnanê, hat ragihandin ku îro 10ê Tebaxê hikûmeta Serokwezîr Hesen Diyab bi temamî îstifaya xwe daye û hatiye hilweşandin.
Li gorî nûçeya lezgîn a Reutersê, hemû wezîrên hikûmeta Serokwezîr Hesen Diyab karvekêşana xwe dane û hikûmet hatiye hilweşandin.
Wezîrê Tenduristiya Lubnanê Hemed Hesen da xuyakirin ku wê serokwezîr karvekêşana hemû endamên hikûmetê ragihîne.
Piştî teqîna Beyrûdê ku 158 kesan can da û 6 hezar kes jî birîndar bûn, li Lubnanê ji ber sersarî û xemsariya hikûmetê protesto dest pê kiribûn û hejmarek wezîrên hikûmetê jî îstifaya xwe dabûn.